۱۳۹۵ مهر ۱۷, شنبه

Hevpeyvinêk legel BasNûçe sebaret be komari Islami Iran+ Rojhelati Navîn


Tiliyên Îranê li şerê Rojhilata Navîn
Spaha pasdaranê Îranê li Sûriyê û İraqê hin grûpên şîe û mezhebî organîze kirine û navê Parêzerên Heremê li xwe kirine. Gelek zanyarî hene ku Îran ji bo aramancên xwe û şerê Sûriyê û İraqê efxaniyan jî dişîne wê derê ku ew li ser hesabê Îranê şer dikin.


05.10.2016


Elî Xweşmêr

BasNûçe - Ji ber pirsgirêkên siyasî û civakî Rojhilata Navîn dikele û rojeke aram li heremê derbas nabe. Şer û awarebûn û kuştin rojbiroj zêdetir dibe. Herwiha rewş tevlihev e. Komên curbicur yên etnîkî û mezhebî ava bûne û li dijî hevûdû şer dikin. Li Sûriyê û İraqê êdî têgeha sinoran bê mane bûye. Gelek welat tevlî vê şerê wêranker bûne. Tiştê herî bêwate û ne girîng mafê mirovan û mirina xelkê bê guneh e.
Hikûmetên ne demokratîk û mezhebî yên weke Îranê li gor îdeolojiya xwe destêwerdana gelek welatên derûdorê dikin. Li Lubnan, Yemen, Behrên, Sûriyê û İraqê bi awayekî rasterast û nerasterast hebûna Îranê tê dîtin. Spaha pasdaranê Îranê li Sûriyê û İraqê hin grûpên şîe û mezhebî organîze kirine û navê Parêzerên Heremê li xwe kirine. Gelek zanyarî hene ku Îran ji bo aramancên xwe û şerê Sûriyê û İraqê efxaniyan jî dişîne wê derê ku ew li ser hesabê Îranê şer dikin.
Ahengerî: 10 hezar besîcên li heremê şer dikin
Siyasetmedar Kawe Ahengerî qala hezaran belegeyan dike ku Îran destêwerdana welatên herêmê dike û dibêje ev tişt eşkere ye û nayê inkarkirin. Kawe dibêje Îranê kopiyek ji hêza xwe ya Besîc li İraqê jî ava kiriye ku navê wê grûpê Heşdî Şeibî ye. Û bi hemû awayan alîkariya wan dike. Kawe li ser destêwerdana Îranê ya li herêmê rawestiya û wiha got: “Bi hezaran belge hene ku Îran destêwerdana Lubnan, Filistîn, Yemen, İraq, Sûriyê û Behrenê dike. Ev tiştek nîne ku were inkarkirin. Gelek ji kesên ku Îranê weke endamên spahê pasdaran şandibûn Sûriyê li wir hatine destgîrkirin ku eşkere bû ku ew efxanî ne ku spah ew ji bo armancên xwe şandine wê derê. Teqrîben 10 hezar endamên spah û besîc yên Îranê niha li Sûriyê ne û li wir şer dikin. Li İraqê jî em êdî tê dîtin ku ew tiştekî eşkere ye û belge hene. Û nayê înkarkirin ku milîsên Îranê li wir aktîv in, heta Heşdî Şebî jî bi awayekî kopiyek ji besîca Îranê ye.”
‘Îran hemwelatiyên xwe dixapîne
Ahengerî qala vê yekê dike ku çima Îran destêwerdana welatên derûdorê dike û dibêje armanca Îranê ji vê yekê ew e ku xelkê xwe yê nerazî li hundirê Îranê bigihîne vê qenaetê ku Îran li gorî welatên din cihekî gelekî ewle ye. Kawe dibêje Komara Îslamî siyaseta xwe ya destêwerdanê ji bo meseleyên xwe yên navxweyî bi kar tîne: “Bi baweriya min sedema herî girîng ji bo di xaleta Îranê li welatên derdorê û cîran, tirsa ji kêşe û meseleya navxweyî ye. Di rastiyê de Komara Îslamî bi çêkirin cehenemê di welatên cîran de dixwaze xelkê xwe heta bi awayekî demkî bigihîne vê qenaetê ku ew ji rewşa niha ya Îranê razî bin û dixwaze xelkê Îranê li rewşa Sûriye, İraq û welatên derdorê binêrin û rewşa wan ya aloz bibînin. Di rastiyê de ji vê yekê weke taktîkekê sûdê werdigire ku xelkê Îranê iqna bike lê xelkê Îranê têgihîştî ne û dîroka wan ya siyasî dûr û dirêj e.”
Komara Îslamî di qonaxa xwe de ye
Kawe Ahengerî amaje bi vê yekê dike ku rejima Îranê di qonaxa dawîn ya temenê xwe de ye: “Bi baweriya min Komara Îslamî di qonaxa herî dawî ya temenê xwe de ye. Yanê hemû fakt qala vê yekê dikin ku rejîmeke totalîter ku ketiye qonaxa sêyem ya temenê xwe ku di rastiyê de qonaxa dawî ya her rejîmeke totalîter e, lê ez wisa bawer dikim ku lihevkirina bi welatên rojava re plan û projeya herî dawîn bû ku rejîma Îranê dikarî ji bo sazîn li gel welatên derve bi kar bîne. Lê ev yek jî bi ser neket û şikest xwar.”
Marûfî: Destêwerdana derve hêmaneke Îranê ye
Lêkolîner û nivîskar Helmet Marufî jî behsa siyaseta giştî ya Komara Îslamî dike û hêmanên çarîne ku rejima Îranê li ser hatiye avakirin bi nav dike. Marufî qala têgeha “henardekirina şoreş”a Îranê dike û dibêje Komara Îslamî li ser vê esasê baska derve ya spaha pasdaran bi navê Spaha Qudis damezirandiye. Marufî li ser hêmanên rejima Îranê jî rdibêje Komara Îslamî li ser çar hêmanan hatiye avakirin: Îslam, şîebûn, henardekirna şoreşê û Xumêynîzm, dijayetîkirna emperyalîzmê -mebesta wan Amerîka û Sovyet û Brîtanya bû - ku niha bi Rûsya ra têkiliya wan gelek e û ew dûrişim hatiye guhertin.
Îran şerê wekaletî dike
Li aliyê din Marûfî li ser destêwerdan Îranê û şandina milîşeyan bi welatên herêmê jî wiha dibêje: “Spah gelek destêwerdanan di karûbarê welatên cîhan û navçeya Rojhlata Navîn da dike, lê ew bi du şêwazan wan karan dike. Şêwaza rasterast; Ew bi wî watayê dihê gotin, ku Spaha Quds a Îranê, bi xwe û hêzên xwe werin Sûriye û İraqê şer bikin û beşdarî şer bibin, hem hêzên wê hene li wir hem jî kesên pispor yên serbazî dişîne û rahênan û perwerdehiya grûpên ser bi Spaha Qudis dike û hem pere dide wan. Pasdarên Îranê, bi xwe li hinek ciyan beşdariyê nake lê hêzên ser bi wê û bi piştewanya Îranê di warê serbazî, leşkerî û pere û aboriyê de şer dikin lê ew şer di berjewendiya Îranê de ye û bi wekalet ji bo Îranê tê kirin. Weke Hizbullaha li Lûbnanê yan hûsiyên Yemenê. An jî bandên mafyayên madeyên hoşber li sinorê navbera Meksîka û Amerîkayê ku li gor zanyariyan, Îran van tiştan bi wan dide kirin ew jî bi rêya çekdarên Hizbullaha Lûbnanê û ew jî berjewendiyên Tahranê diparêzin.”
Marûfî li ser komên Îranî yên li Sûriyê û İraqê rawestiya û wiha got: “Niha Îran bi şêweyeke rasterast li welatên: İraq, Sûriye, Yemen û çend welatên din destwerdanê dike. Li Sûriye û İraqê û bi taybetî li Sûriye gelek hêzên wî hene ku ji îranî, iraqî, pakistanî û efxaniyan pêk hatine. Ev kom bi navên; Zeynebîyûn, Tahrîyûn Bedir, Hizbullaha Sûriye, Gurdana Ebulfezl û ...hwd dixebitin.”
Zarokêİraqî bi pasaportêÎranê li Sûriyê ne
Marûfî dibêje Îran gelek zarok jî şandine şerê Sûriyê û Yemenê û daxuyand ku beşdariya zarokan di şerê Sûriyê de bi destê Îranê ye. Amarên heyî dibêjin ku 4 hezar zarokên jêr 18 salî niha li Sûriyê ji bo Îranê şer dikin û rojane 20 heya 100 zarok ji wan zaroka têne kuştin, piraniya wan zarokan İraqî ne û gelekî wan bê destûr û haya dayîk û bavê xwe beşdarî wî şerê bûne û Îranê pasaporta Îranî daye wan heya biçin Sûriyê. Li Yemenê jî şer di nav bera hûsiyan ku şîe ne û dewleta Elî Ebdûla Salih da heye û welatê wek Kuwêyt û Qeter û Siûdiye jî piştewaniya dewleta Yemenê dikin û wî şerî heya niha gelek zerer li wî welatî daye.
Li gor Marûfî, Serokê Hizbullaha Lûbnanê jî bi dehan caran eşkere gotiye ku Îran piştewaniya wan dike hem ji hêla serbazî û leşkerî ve hem jî ji hêlan aboriyê ve. Li İraqê jî gelek hêzên ser bi Îranê mîna Heşdî Şabî û Spaha Bedir û Hizbullaha İraqê çêbûne ku li gor zanyariya saziyên mafê mirovan, wan gelek karên nemirovî û hovane li Mûsil û ciyên azadbûyî li gel sunneyan kiriye û sêdare û kuştin û bê navnîşankirin beşek ji wan kirdaran e.
(M.K)
http://basnuce.com/ku/news/23192/tiliyen-irane-li-sere-rojhilata-navin

هیچ نظری موجود نیست:

ارسال یک نظر